Îsraîlê 450 mûşekên din arasteyî Xezeyê kirine

Artêşa Îsraîlê ragihand; di heyama 40 xulekan de 450 mûşek avêtine Xezeyê û 150 navend amanc girtine.

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê ragihand; di heyama 40 xulekan de 450 mûşek avêtine Xezeyê û 150 navend amanc girtine.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, di tweetekê de ragihandiye, bi 160 firokeyên şer û 6 sekoyên mûşekhilgir di nava 40 xulekan de 450 mûşek avetine Xezeyê û 150 navend kirine amanc.

Ji roja duşemê 10ê Gulana 2021ê ve, Îsraîlê bi giranî binke û baregehên Hamasê û komên Filistînê bobebaran dike û komên çekdar ên Hemasê jî bi mûşekan xaka Îsraîlê dikin armanc.

Ji ber şerê herdu aliyan heta niha 7 hemwelatiyên Îsraîlê hatine kuştin û bi dehan hemwelatiyên Îsraîlê jî birîndar bûne.

Li aliye din heta niha 103 filistînî ji ber şer hatine kuştin û bi dehan filistînî jî birîndar bûne.

Aloziya navbera Filistîn û Îsraîlê ji ber taxa Şêx Cerrah li ser mizgefta Eqsayê rûdaye.