Li Almanya serkeftinek ji zimanê Kurdî re!

Kurd24

Li tevahiya Ewrûpa û taybet li welatê Almanya ji ber ku piraniya Kurdan lê dimînin, rewşa zimanê Kurdî wek rewşa her karûbar û mafên netewî yên Kurdî nayên bicihkirin. Sedama vê rewşê jî, ji ber ku dewlata Kurdî ya fermî tune ye, ev yek bandorek pir nebaş li vê qonaxê dilîze, ku zimanê Kurdî jî wekî zimanekî fermî nehatiye pejirandin û rêz ji taybetmendiya gelê Kurd wekî neteweyek serbixwe, xwedî zimanek taybet li welatekî wekî Almanya nehatiye bicihkirin . Almanya welatek bi burokrasiya xwe tê naskirin. Bi hezaran nimûne hene, ku ji ber vê yekê, bêrêzî li mafê mirovê Kurd bûye.

Tê gotin ku zêdeyî 3 milyon Kurd li Ewrûpa hene. Piraniya wan jî, li welatê Almanya ne. Derdora 2 milyon Kurd li Almanya hene.

Di warê parastina zimanê Kurdî li Almanya de, ku Civaka Kurd li Almanya wê wekî erka xwe ya sereke dibîne, ji destpêka Krîza Pandemiya Vayrûsa Korona de, ku Wezareta Tendirûstî ya Almanya bi rêveberiya birêz Jens Spahn, zanyarî bi zimanê Kurdî dihat belavkirin, lê Wezareta Hevgunciyê (Entegrasyon) bi rêveberiya xanim Annette Widmann-Mauz, biryar da zanyariyên xwe yên aktuel bi zimanên neteweyên navxwe li Almanya dijîn belav bikin (derdora 18 zimanên biyanî nav de hebûn, herweha bi hinek zaravayên bi ser zimanê Farisî de ne jî ew zanyarî çap kiribûn), lê bi zimanê Kurdî belav nekirin.

Ev gava han, dilgraniyek bû ji bo Civaka Kurd li Almanya ( Kurdische Gemeinde Deutschland), ku ev gav ne dûrist dît. Lewma bi erkê şopandina vê mijarê rabû û bi hikûmetê re ketin têkiliyê. Beriya her tîştî jî, nerazîbûna xwe di  medya Almanî de û bi daxuyanî û nameyan dilgiraniya xwe ji hikûmeta Almanî re şand. Bersivek qels hate dan, wekî – ew zanyariyên ji alîyê Wezareta Tendûristiyê ve, gelo têr nake?!.

Carek din Civaka Kurd li Almanya raporek berfireh ji wan re şand, ku ev kiryar dikeve xana newekheviyê de û ev yek li welatekî wekî Almaniya nayê qebûlkirin. Di wê danûstandina bi hikûmeta Almanî re, me bihîst ku Wezîra Hevgunciyê (Entegrasyonê) xanim Widmann, bersivek pirr ne di cihê xwe de ragihandiye û gotiye, ji xwe pêdivî bi belavkirina zanyariyên Korona- pandemiyê bi Kurdî tune ye, ji ber ku Kurd dikarin bi Erebî, Tirkî û Farisî bixwîn in! Ev bersîva han, wekî ji me re bêje, li Almanya jî Kurd neçar in û divê dest ji zimanê xwe berdin û bi zimanên dagirkeran bixwîn in. Vê yekê hêzek xurt da me, ku em ji vê dozê şûnde ne vegerin û bi mêtodên nû beramberî vê neheqiyê rawestin.

Di roja 3ê Adarê de, Civaka Kurd li Almanya Wezareta Hevgunciyê da ber Dadgeha Zentral a Almanî li Berlînê. Ji ber her ku, tişt ji aliyê xwe ve sererast kirin û dizanîbûn mafê wan heye, rastî li aliyê wan e û dê biserkevin. Di roja 3ê Gulanê de, Wezareta Hevgunciyê bi rêya e-mailê belavokên xwe yê bi 23 zimanan, bi Kurdî jî belav kiriye û gîhand me, ku çapên nû bi Kurdî jî di nav de heye.

Bi vî avayî daxuyaniya wan doza me bicîh kir. Ma ku Dadgeh ji aliyê Civaka Kurd bê rawestandin, lê finansa vê proseyê jî, divê ji Wezareta Hevgunciyê ve bide dan.

Civaka Kurd li Almanya (Kurdische Gemeimde Deutschland) gavek pir pîroz di rêya parastin û fermîkirina zimanê Kurdî de bi pêş de avêt. Ev serkeftinek nû û pîroz e, bo mafên Kurdan bi tevahî li Almanyaye.

Bihêviya gavên mezintir di vê rêyê de.