Welatiyên Rojavayê Kurdistanê gazinan ji birîna elektirîkê dikin

Pirsgirêka tunebûna elekitrîka hikûmeta Sûriyê û keysebaziya xwediyên jenetoran, rewşa xelkê zehmet kiriye.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) –  Li Rojavayê Kurdistanê bi sedema birîna elekitrîkê, welatî gazinan dikin û bang li aliyên berpirs dikin ku çareseriyekê ji wan re bibînin.

Pirsgirêka tunebûna elekitrîka hikûmeta Sûriyê ji aliyekî ve û keysebaziya xwediyê jenetoran ji aliyekî din ve, wêneya havîneke zor li ber çavê xelkên bajarê Qamişlo dineqişîne.

Bedir kalemêrekî bajarê Qamişlo yê heştê salî ye, tevî temenê xwe yê mezin jî, ew neçar dibe rojane, jenetora xwe ya taybet vêxîne, da ku av û elekitrîkê bo çend demjimêran ji zarokên xwe re peyda bike.

Tevî bang û gazinên berdewam ên welatiyan, ji du mehan ve xelkê taxa Kornîş bêyî elekitrîk in, ew jî ji encama ku jenetor ji taxa wan hatiye rakirin, bêyî ku ti çareserî hebe. Tunebûna elekitrîkê tê wê wateyê ku av jî dê tune be û jiyana xelkê taxê roj bi roj zehmetir dibe.

Li ser sedema sereke ya tunebûna elekitrîkê, berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin, Tirkiye ava çemê Ferat kêm berdide û asta çêm jî nizm bûye û eger çareserî neyê dîtin, dê encamên xirap her û her zêde bibin.