Rêveberiya Xweser biryara 119 a bilindkirina nirxê sotemeniyê hilweşand

Rêveberiya Xweser di duxuyaniyekê de, biryara 119 a bilindkirina nirxê sotemeniyê hilweşand û nirxê sotemeniyê wek berê dibe.
Dîmenek ji xwepêşandana îro ya Qamişlo / Wêne: Ekrem Salih
Dîmenek ji xwepêşandana îro ya Qamişlo / Wêne: Ekrem Salih

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser di duxuyaniyekê de, biryara 119 a bilindkirina nirxê sotemeniyê hilweşand û nirxê sotemeniyê wek berê dibe.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro 19ê Gulanê bi daxuyaniyekê biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiyê hilweşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin jî, kirîn û firotana sotemeniyê dê bi nirxên berî derxistina biryara 119 a roja 17.5.2021ê be, heta ku biryarine nû tên dayîn.

Rêveberiya Xweser roja 17ê Gulanê bi biryara 119ê nirxê sotemeniyê bi bilind kir, vê yekê jî karvedanên nerazîbûnê yên xelkê li dû xwe anî û welatî li Qamişlo û hin gund û bajarokên din derketin xwepêşandanan û nerazîbûna xwe li dijî wê biryarê nîşan dan.