Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Dîwaniye kir

Serok Mesûd Barzanî îro pêncşemê 20ê Gulana 2021ê li Selahedîn pêşwazî li Parêzgarê Dîwaniye Zihêr El Şe'lan kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro pêncşemê 20ê Gulana 2021ê li Selahedîn pêşwazî li Parêzgarê Dîwaniye Zihêr El Şe'lan kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û rewşa jiyana xelkê li parêzgeha Dîwaniye û parêzgehên din ên Iraqê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwendiyên dîrokî yên navbera gelê Kurdistanê û nişteciyên parêzgehên başûrê Iraqê hate kirin.

Herwiha di civînê de Parêzgarê Dîwaniye Zihêr El Şe'lan pêzanînên xwe anî ziman li ser vejandin û pêşketinên Herêma Kurdistanê û hêviya xwe eşkere kir ku parêzgeha Dîwaniye sûdê ji tecrubeyên Herêma Kurdistanê werbigre.