Huda-Par sibê 4emîn kongreya xwe ya asayî li dar dixe

Partiya Doza Azad (Huda-Par) sibê li Enqereyê Kongreya xwe ya mezin a 4emîn lidar dixe.
Huda-Par
Huda-Par

Enqere (K24) - Partiya Doza Azad (Huda-Par) sibê li Enqereyê Kongreya xwe ya mezin a 4emîn lidar dixe. Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, di kongreyê da wê serokê heyî Îshak Saglam biguhere û wê serokekê nû bê hilbijartin.

Huda-Par ku di sala 2012an da bi fermî hatiye damezrandin, sibê (02.06.2021, Roja Çarşemê) wê li Enqereya paytextê Tirkiyeyê, Kongreya xwe ya mezin a asayî a 4emîn lidar bixe.

Sekreterê Giştî yê Huda-Parê Şehzade Demîr, derbarê kongreyê de daxuyaniyek belav kir û got, ji bo kongreyê hemû amadehiyên wan temam in.

Demir di daxuyaniya xwe da got:  “Ji ber pandemiya vîrusa koronayê me gelê xwe venexwend kongreyê. Ew ê bes delegeyên me yên ku divê deng bikar bînin beşdarî kongreyê bibin. Em hêvî dikin ku kongreya me di vî warî de bibe mînak. Em girîngiyê didin kongreya xwe. Lewra ji bo Tirkiyeyê ev kongre gelek zêde bi qedr û qîmet e. Sedema vê yekê jî ev e: Her ku diçe saziya siyasetê ji derd û kulên gel û ji rojeva rasteqîn dûr dikeve. Her wiha di warê aboriyê de gelek zêde kêşe û tengasî hene. Ji ber vê yekê her ku diçe îtîbara saziya siyasetê zirarê dibîne. Partiya me ji roja ewil ve qedr û qîmetê dide rûmeta mirovan û edaletê jî dixe navenda xwe. Ji ber vê yekê li gorî me pêdiviya Tirkiyeyê gelekî bi HUDA PARê heye.”

Serokekî nû dê were hilbijartin

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, di kongreyê da wê serokê heyî yê Huda-Parê Îshak Saglam biguhere û wê serokekî nû bê hilbijartin. Li gorî agahiyan, Lijneya rêveberiya Huda-Parê ji bo diyarkirina tekane namzedê serokatiya giştî di nav şêwr û mişêwran da ye.

Her wiha berpirsên partiyê ji bo K24ê dan zanîn, ji ber pandemiyê ji xeynî delegeyên partiyê, ew tu nûnerekî partiyên siyasî û mêvanên biyanî venexwendine kongreyê.

Li aliyê din li gel hilbijartina serokatiyê wê li ser rêzikname û bernameya partiyê jî hin guhertin bên kirin.