Serokê nû yê Huda-Parê hat hilbijartin
Enqere (K24) - Partiya Doza Azad (Huda-Par) îro li Enqereyê kongreya xwe ya mezin a 4emîn li dar xist û Zekeriya Yapicioglu bû Serokê nû yê Huda-Parê.
Partiya Doza Azad Huda-Par ku di sala 2012an da bi fermî hatiye damezrandin, îro çarşemê 2yê Hezîrana 2021ê li Enqereya paytextê Tirkiyeyê, kongreya xwe ya mezin a asayî a 4emîn saz kir.
Di kongreyê de serokê nû yê partiyê hat hilbijartin û Zekeriya Yapicioglu bû Serokê Partiya Doza Azad.
Peyamnêrê K24ê li Enqerê da zanîn, di kongreyê da peyama Serok Barzanî hate xwendin û bi coş û xiroş hat pêşwazî kirin.
Serokê Giştî yê Huda-Parê Îshak Saglam di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: Divê zimanê Kurdî bibe zimanê duyemîn a fermî û bibe zimanê perwerdehiyê.