Zarokeke Efrînê di topbarana artêşa Tirkiyê de şehîd bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve li ser gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê de, zarokeke 14 şehîd bû û 2 endamên mabata wê jî birîndar bûn.
Çelakvanên Efrînê belav kirin, artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve duhî gundê navçeya Şêrewa dan ber topan û di encama ketina topekê li ser maleke gundê Kelûtê de, zaroka 14 salî Zêneb Husên Îbrahîm şehîd bû û bavê wê Husên û biryarê wê Îbrahîm yê 11 salî jî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, ji Adara 2018an ve herêma Efrînê dagîr kirine, lê 12 gundên navçeya Şêrewa di destê YPGê de mane û her car jî Tirkiye û grûpên çekdar ve wan gundan didin ber topan.