Çîn hewl dide projeya Happy City di demeke nêz de li Hewlêrê encam bide

Xwediyê Kompaniya Pekîn Le Yu Hua ragihand ku ew hêvî dikin, li Hewlêrê di demeke nêz de dest bi cîbicîkirina projeya Happy City bikin.
Nexşeya projeya Happy City
Nexşeya projeya Happy City

Hewlêr (K24) – Xwediyê Kompaniya Pekîn Le Yu Hua ragihand ku ew hêvî dikin, li Hewlêrê di demeke nêz de dest bi cîbicîkirina projeya Happy City bikin, ku projeyeke mezin e û bi qasî 5 milyar dolar e.

Le Yu Hua ji K24ê re diyar kir: “Happy City projeyek wisa ye ku ji geştyarî, bazirganî, parkeke mezin, garajeke qirase, cadeyeke fireh, navendeke danûstandinê, holeke şanoyê, çend vîlla, avahî, dibistan, hotel û nexweşxaneyê pêk tê.”

Herwiha eşkere kir: “Ev proje, projeyeke mezin e, her tişt tê de hene, ev proje bi qasî 5 milyar dolar e. Em dixwazin di demeke nêz de dest pê bikin. Niha EPC peymana xwe ligel kompaniya endezyariya avahîsaziyê ya ser bi hikûmeta Çînê pêşkêş kiriye, ku li cîhanê kompaniya herî mezin e, ev kompanî li Iraqê şaxa wê heye, hatiye Herêma Kurdistanê, da ku di vê projeyê de bixebite.”

Le Yu Hua destnîşan kir ku piştî destbikarkirinê, li gor texmînan, dê pêwîstiya wan bi 8 hezar karkerên navxwe hebe.