Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 3 kes revandin

Li Efrînê binpêkirinên mafên mirovan û revandina welatiyan ji aliyê hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên ser bi wê ve berdewam e.
Bajarokê Raco
Bajarokê Raco

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê binpêkirinên mafên mirovan û revandina welatiyan ji aliyê hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên ser bi wê ve berdewam e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, Îstixbarata Tirkiyê û çekdarên Feyleq El-Şamê roja 7ê Hezîranê 3 xortên Kurd li navçeya Raco revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Diyar kir jî, du xort ji wan bi navê Hesan Horo û Neşet Mûsa ne û ji 3 salan ve endamên Polîsa Sivîl in û xortê sêyem jî Feysel Reşîd e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.