Davutoglu û Yapicioglu bo K24ê: Em li dijî girtina partiyên siyasî ne

Di civîna serokên Huda-Par û Partiya Pêşerojê de li ser pirsa peyamnêrê K24ê, Yapicioglu û Davutoglu li ser doza girtina HDPê axivîn û gotin, “Em wek prensîb li dijî girtina partiyên siyasî ne.”
Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu
Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu

Enqere (K24) - Di civîna serokên Huda-Par û Partiya Pêşerojê de li ser pirsa peyamnêrê K24ê, Yapicioglu û Davutoglu li ser doza girtina HDPê axivîn û gotin, “Em wek prensîb li dijî girtina partiyên siyasî ne.”

Serokê Giştî yê Partiya Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu, serdana Partiya Pêşerojê kir û bi Ahmet Davutoglu ra civiya. Piştî hevdîtinê her du serok civînekê rojnamegeriyê lidar xistin û pirsên rojnamegeran bersivandin. Her du serok dan zanîn ku di hevdîtinê de ew piranî li ser mijarên di rojeva Tirkiyê de, li ser mijara destûra nû û geşedanên siyasî de danûstandin kirine û li ser hin mijarên sereke mitabiq mane.

Li ser pirsa peyamnêrê K24ê, Yapicioglu û Davutoglu li ser doza girtina HDPê axivîn û gotin, “Em wek prensîb li dijî girtina partiyên siyasî ne.”

“Girtina Partiyan Sêdarekirina Partiyan e”

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu, destnîşan kir: “Em wek prensîb di vê baweriyê de ne ku divê êdî girtina partiyan ji rojeva Tirkiyê derkeve. Li gorî rêgeza şexsîbûna cizayê, kê sûc kiribe divê ew bê cizakirin. Îro li Tirkiyê sêdarekirin tune ye. Lê girtina partiyan sêdarekirina partiyan e. Divê tu kes ji ber nasname û helwesta xwe ya siyasî neyê cizakirin. Dîsa divê tu kes ji ber miqamê xwe, xwe li ser yasayan nebine.Kê sûc kiribe divê ew derkeve pêşiya darazê û hisabê bide.”

“Girtina partiyan nabe çareserî”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî heman pirsê bersivand û got, “Girtina partiyan nabe çareserî, bereks wê keş û hewaya siyasetê xirabtir bike.”

Davutoglu got: “Wek prensîb girtina partiyên siyasî şaş e. Di nav demokrasî û dewleta hiqûqî da tecrîdkirina partiyekê ne rast e. Beriya HDPê jî gelek partiyên wê xetê hatin girtin. Lê tecrûbeya Tirkiyê daye nîşan ku girtina partiyan nabe çareserî. Girtina partiyan tê maneya birîndarbûna siyasetê. Ger sûc hebe divê bi şexsî miamele bê kirin. Îro em dibînin ku bi doza girtinê dixwazin rojeva siyasî biguherînin. Îro hewceyiya me zêdetir bi demokrasî û mafên mirovan heye. Li aliyê din, li ser Demîrtaş jî dixwazim vê bêjim. Divê proseyên hiqûqî bi awayekê objektif birêve biçin. Di dozan da û di vê dozê da, maweya girtinên dirêj dibin şiklê cizakirinê.”