Partiya Seadetê li Diyarbekirê bal kişand ser pirsgirêkên debarê

Li ber Mizgefta Mezin civînek çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser rewşa aboriyê.
Li Diyarbekirê li ber Mizgefta Mezin civînek çapemeniyê hat lidarxistin
Li Diyarbekirê li ber Mizgefta Mezin civînek çapemeniyê hat lidarxistin

Diyarbekir (K24) - Partiya Seadetê li Diyarbekirê li ber Mizgefta Mezin civînek çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser rewşa aboriyê û hat amajekirin ku rewş her ku diçe xiraptir dibe û divê ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê Tifaqa Debarê were avakirin.

Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Partiya Seadetê Fesîh Bozan li Diyarbekirê ber Mizgefta Mezin civînek çapemeniyê li dar xist.

Mijara civînê rewşa aboriya Tirkiyeyê bu û Fesîh Bozan amaje kir ku têkiliyên mafya û dewletê, hejmara kesên bêkar û kesên ji ber ku nikarin debara xwe bikin dawî li jiyana xwe tînin nîşaneya wê yekê ne ku destjhilat êdî nikare rêveberiya dewletê bike.

Di civînê de hat amajekirin ku desthilat ji bo ku rojevê bide guhertin girtina HDPê, dîtina gaza siruştî û makezagona nû derdixe pêş.

Fesîh Bozan bal kişand ku wek her deverî li Diyarbekirê jî rewş xirap e û bi sedan esnafan îflas kirine û navbera 150-200 hezarî de bêkar hene. Ji bo vê rewşê jî di civînê de hat pêşniyarkirin ku tifaqa debarê were avakirin û rêyên çareseriyê bo pirsgirêkên aboriyê werin peydakirin.

Di pêşniyaran de bang hate kirin ku rêjeya bacan werin daxistin, bo bêkaran kar were dabînkirin, bo deynê esnafan şert û merc werin hêsankirin, çawa ku bacên kompaniyên mezin tên jêbirin bila bacêmn esnafên biçuk jî werin jêbirin.