ENKS bersiva Nesir Herîrî dide: Daxwaza te li dijî perensîpên şoreşa Sûriyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxuyaniya Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî red dike û radigihîne, “Daxwaza Herîrî li dijî armancên şoreşa Sûriyê ye.”
Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî berî çend rojan li Stenbolê di konferanseke rojnamevanî de daxwaz ji Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan kiribû, destêwerdaneke leşkerî di Minbic û TiL Rifatê de bike û hêzên YPGê û HSDê ji wan her du bajarokan derbixe.
Di wê derbarê de Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de bersiva Nesir Herîrî da û ragihand, daxwaza Serokê Îtîlafê Nesir Herîrî a destêwerdana Tirkiyê di herêmên Sûriyê de, binpêkirina serweriya Sûriyê û zêdegaviya li ser perensîpên şoreşa Sûriyê ye û ziyanê digihîne pêwendiyên di navbera pêkhateyên Îtîlafê de.
Herwiha Sekreteriya ENKSê radigihîne, ev daxwaza Herîrî li dijî armancên Îlîlatê yên cibicîkirina azadiya gelê Sûriyê û parastina aramiyê ye.
Herwiha Sekreteriya ENKSê got: “Ev daxuyaniya Herîrî, tenê nêrîna wî ya kesayetî ye û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê wê daxwaza wî red dike.”