CPJ: Divê Rêveberiya Xweser fêrî qebûlkirina rexne û nerînên cuda ji ragihandinê ve bibin

Rêxistina Parastina Rojnamegeran (CPJ) daxwaz kir ku Rêveberiya Xweser ji biryara girtina nivîsgeha Kurdistan24ê bi paş ve vekişe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Parastina Rojnamegeran (CPJ) di daxuyaniyekê de piştgîriya xwe ji bo Kurdistan24ê diyar kir û daxwaz kir ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji biryara girtina nivîsgeha Kurdistan24ê bi paş ve vekişe û rê bide wê dezgeha ragihandinê karê ragihandinê bike.

Di daxuyaniya CPJ de hatiye, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê moleta kar ji dezgeha Kurdistan24ê kişandiye û ferman daye ku nivîsgehên wê kenalê li bajarên Qamişlo û Kobanî were girtin.

Herwiha ew rêxistin destnîşan dike, desthildarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihaneya wê yekê girtine ku Kurdistan24 di bexşên xwe de “kîn û tundûtûjiyê” belav dike, lê ti rûmaleke diyarkirî wek belgeyekê ji bo wê bihaneyê aşkere nekiriye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, “Nûnerê CPJ li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Ignacio Miguel Delgado ragihand, ew biryara rayedarên desthilata xwecihî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo hilweşandina moleta Kurdistan24 û girtina nivîsgehên wê, qedexekirin û sînordarkirina tund a rûmalkirina pirsên navçeyê ye.”

Destnîşan kir, eger Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze wekî desthilatdarekî rewa were naskirin, divê ew desthilatdar dimildest ji wê biryarê bi paş ve vekişim û fêrî qebûlkirina rexne û nerînên cuda ji aliyê ragihandinê ve bibin.

Herwiha aşkere kir jî, wê rêxistinê nameyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê re şandine, lê heta niha wan bersiv nedaye.