Ragihandina Azad: Girtina nivîsgeha Kurdistan24ê bandorê li ser pirrengî û azadiya rojnamegeriyê dike

Yekîtiya Ragihandina Azad: Divê Daîreya Ragihandinê di Rêveberiya Xweser de, rewşa tendirust a pirrengiya ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze.
Kurdistan24
Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek derbarê girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê de belav kir û tê de ragihand, “Divê Daîreya Ragihandinê di Rêveberiya Xweser de, rewşa tendirust a pirrengiya ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze.”

Di daxuyaniya Yekîtiya Ragihandina Azad de hat, “Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarekê tomarkirina nivîsgeha Kurdistan24ê li herêmên xwe hilweşand. Vê biryarê pişta xwe bi bendên yasaya ragihandinê ya di dema dawî de hatiye pesendkirin girê daye û ew jî di çarçoveya ku ev kenal ‘di siyaseta xwe ya giştî de handana kîndariyê, şerê Kurdî-Kurdî û yekîtiya tevna civakî li herêmê têk dide’ de.”

Yekîtiya Ragihandina Azad dibêje: “Di dema ku em dibînin ku ev biryar bandorê li ser pirrengî û azadiya rojnamegeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, em dibînin ku divê Daîreya Ragihandinê di Rêveberiya Xweser de, rewşa tendirust a pirrengiya ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze”

Yekîtiya Ragihandina Azad di daxuyaniyê de got jî: “Em bang li hemû dezgehên ragihandinê û rojnamevanan dikin ku pabendî yasa û belgeyên karê pîşeyî yên kar pê tê kirin ên di dema dawî de ji aliyê saziyên pêwendîdar ên karûbarên rojnamegeriyê li herêmê hatine derkirin, bibin.”