Hejmara nû ya Kovara POPKURDê weşiya!

Hejmara 9em a Kovara kultura populerê POPKURDê wek dijîtal hate weşandin.
Kovara Popkurd
Kovara Popkurd

Enqere (K24)- Hejmara 9em a Kovara kultura populerê POPKURDê wek dijîtal hate weşandin.

E-Kovara POPKURDê di Gulana 2018an da bi hejmara xwe ya ewil daxilî cîhana kovargeriya Kurdî bû û li ser edebiyat, sînema, şano, muzîk, futbol û tîştên derbarê populer kultur a Kurdan da radiweste û xwînerên xwe bi periyodîkên cuda û bi hejmar û naverokên têr û tije agahdar dike.

Di berga jimara nû de, hevpeyvîna edîtora nû ya kovarê Leyla Ozkaplanî ya li gel hunermenda bi nav û deng Aynur Dogan cih digre. Dogan, li ser huner û muzîka xwe û li ser projeyên xwe yên nû gelek agahiyan ji bo xwînerên POPKURDê vedibêje.

Di beşa POPPIRSê da hunermenda hunerên hevçax Nûveen Barwarî bersiv dide pirsên klasîk ên POPKURDê.

Herwiha di vê hejmarê de POPKURD dosyayekê bi navê “Di Edebiyata Kurdî de Dengên Jinan” amade kiriye û cih daye fikr û ramanên çend nivîskar û şairên jin ên Kurd.

Di hejmara nû de beşên wek “Podcastarên Kurd Dipeyivin”, “Gelo We Dizanibû”, “Mesele Giran e”, “Clubhouse: Şevbihêrkên Modern” û dîsa wek her hejmarê beşa “Me ji 10 Kesan Pirsî” jî cih digre.

Li ser navê edîtorên kovarê Mistefa Dogan, Omer Bextiyar û Leyla Ozkaplan nivîsekê edîtorî hat belav kirin.

Di nivîsa edîtorî da wiha tê gotin: “Merheba xwînerên delal ên Popkurdê. Em bi hejmara xwe ya 9emîn li pêşberî we ne. Di vê hejmarê de Leyla Ozkaplan jî tevlî edîtoryaya me bû. Heta ji me hat me xwest naverokeke rengîn ji bo we deynin. Em hêvî dikin ku kêfa we jê re were. Hûn dikarin bi riya e-maîl an jî hesabên me yên medyaya sosyal, hemû fikr, pêşniyaz û rexneyên xwe ji me re bêjin”

Ji bo jimara 9em a kovarê hûn dikarin li vir bitikînin.