Bo Dîrokê yan jî Qîrîna Barzanî (2)

Kurd24

Beşa Duyem:

Qonaxa tarîxi; referanduma serxwebûnê

Di kitaba Bo Dîrokê da qonaxa referanduma serxwebûnê li ser çend xalên jêrîn hatine analiz kirin;

1.    Pêvajoya amadekarîyê da hewlên diplomatîk

Birêz Mesûd Barzanî di kitaba xwe da bi zelalî behsa bêhêvîbûna Kurdan ji Iraqa nû dike. Li gor wî ji sala 2010an û pêve Iraq ber bi hilweşan û yekdestîyê ve diçe. Rewşa Iraqê û tikêlîyên Bexdayê û herêma Kurdistanê her ku diçe xirab dibin.

Di vê merhelê da miletê Kurdistanê vedgire û ji xwe dipirse; “Gelo em berê xwe bidin kijan rêyê?” Ev mijar di tevahiya civaka Kurd û siyaseta Kurdistanê da tê niqaş kirin. Bi gotina Birêz Barzanî “Ger em di yek malê da tuşi probleman tên, çima em mala xwe cihê nekin û nebin du cîranên baş”. Herwisa Mesûd Barzanî di her firsetê da ji Iraqîyan û alîyên biyanîyan ra jî behsa vê yekê dike. “Min ji wan ra got em rûbirûyê problemeka çersernekirî ya ya sedsalî ne. Em westîyayî ne û zêdetir taqeta me nemaye ku em bi şerî vê meseleyê hel bikin.”

Piştê têkbirina Daişê ev mesele carek din bi gurmahî dikeve rojevê û tê niqaşkirin. Di diuyê sibata 2015an da li Konferansa Munihê Birêz Barzanî vê mijarê hem mihatabên xwe yên biyanî hem jî serokwezirê Iraqê Ebadî ra behs dike.

Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Amerikayê ya di meha adara 2015an da firsend dibine ku rewşa kurdan ya sedselî, siyaseta şovenên li Bexdayê û nîyeta ji bo serxwebûna Kurdistanê bi serokê Amerika Obama û cigirê wî Biden ra (serokê anha) sohbet bike. Nokteyeke muhim jî ew e ku di wê serdanê da hemî aliyên siyasi yên Kurdistanê di heyata Kurdan da cih girtine.

Piştê civîna bi Biden ra, tiştên ku Biden dibêje balkêş in; “Ez û tu (Barzanî), em herdu dê di temenê xwe da bi çavên xwe serxwebûna Kurdistanê bibinin...”

Bistûnehê meha îlonê 2016an da Barzanî vê carê serdana Bexdayê dike û bi hemî aliyan ra pêvajoya xeternak qise dike, mijara serxwebûnê tînê rojevê.

Bi van rêzezîyaretan mesela serwebûnê dikeve qada dîplomasîyê û qampanyayeke serkeftî rêve diçe.

2.    Biryara pêkanîna referandumê

Piştê hewlên dîplmatîk yên pêşîn, êdî dor tê amadekarîyên referandumê yên siyasî, yasayî û civakî yên navxweyî.

Barzanî, sisêyê tirmeha 2014an da pirsa serxwebûnê dibe parlamentoya Kurdistanê. Di axaftina xwe ya di parlamentoya Kurdistanê da dibêje;  “Niha wexta wê yekê hatiye ku Kurdistan biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.” Di eynî wextê da ji parlamnetoyê dixwaze ku erêkirina qanûna Komisyona Hilbijartinan û Rapirsîya herêma Kurdistanê bike.

Heftê Hezîrana 2017an da 15 partiyên Kurdistanê di serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê (yê wê demê) Mesûda Barzanî da dicivin û birayara tarixî didin û 25ê îlona 2017an wekî roja pêkanîna referandumê destnîşan dikin.

Ev biryar li seranserê Kurdistanê kelecan û geşbûneke mezin peyda kir. Yek giringiya referandûmê jî ew bû ku sinorê referandumê Kerkuk û herêmên Kurdistanê yên minaqeşebar jî digirt nava xwe.

Barzanî di dehê Hezirana 2017an da bi 19 hizb û aliyên siyasî yên derveyê parlamnetoyê ra dicive sebebên referandumê ji wan ra îzah dike. Ev hewl û diyaloxên bi vê awayî pêkanîna mutabaqatê di mala kurdî da hêsan dike.

Piştê van gavên ewil, bi lez û bez amadekariyên yasayî û teknîki tên kirin, komisyon û sazîyên pêwîst tên avakirin.

Di havîna 2017an da bi armanca agahdarkirinê bi gelek qonsolos û ambasadorên welatan ra hevdîtin çêdibin.

Heyeteke bilind a Kurdistanê meha tebaxê da serdana Bexdayê dike, ji aliyên sunnî û şiîyan ra bi hurayî behsa sedemên referandumê tê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûda Barzanî bi eynî armancê serdana welatên ereb û Parlamentoya Ewropayê dike û biryara referandumê ji wan ra aşkere dike. Barzanî di axatina xwe ya Parlamentoya Ewropayê da dibêje; “Daxwaza me ji dostên me ew e ku piştgirîya me bikin, eger piştgirîya me nekin jî dijê me ranewestin û ji niha ve daxwazê li we dikim bila nûnerên we bên û wek çavdêr beşdar bibin.”

Li gor ku Barzanî dibêje, di destpêkê da hêzên biyanî biryara referanûmê cidî nabînin, vê biryarê li himber Bexdayê wek qertek dinirxînin. Dema ku hemî alî qanih bûn ku Kurd di meselaya referandumê da ciddi ne, wê gavê givaştinên mezin xistin ser Herêma Kurdistanê û xwestin ku Kurd dest ji referandumê berdin.

3.    Civîna Sihêlan

Her ku roja referandumê nêzîk dibû, zextên ji bo nebûna referandûmê jî zêde dibû. 13ê meha Îlonê a 2017an da Nunerê Emerikayê ji bo hevpeymana dijê Daişê Brett McGurk, nunerê taybet yê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Yan Kubish, ambasadorê Emerikayê  yê li Iraqê Dougllas Silliman û ambasadorê Brîtanyayê li Iraqê Frank Baker li Shêlan bi Mezûda Barzanî dicivin. Pêşnîyara heyetê ew e ku referandum texîr bibe.

Bersiva Barzanî pir zelal e: “Eger alternatîvek we hebe ku heman hedefa referandumê pêkbîne, hingê pêwîstî bi referandumê namîne...”

Çend roj beriya roja referandumê veca bi eynî babetê nameyek ji wezirê derve yê emerikayê Rex Tillerson ji bo Barzanî tê. Pêşnîyara Tillerson ew e ku referandum ji bo du salan bê paşxistin. Di wê midetê da eger ji diyaloxa bi Iraqê ra neticeyek dernekeve wê gavê bila Kurdistan referandumê çêke û Emerika jî dê rêzê ji vê biryarê ra bigre. Li himber vê pêşnîyara Emerikayê tenê daxwazeke Barzanî heye; “Li şuna bêjeya ‘rêzgirtinê’, bila bêjeya ‘piştgirîyê’ bê nivîsîn…”

Ji aliye din ev pêşnîyar pir dereng maye û êdî kampanyaya referandumê hatîye ber encamê.

Elbette ev zilmeke mezin bû û bi aşkerayî îradeya gele Kurdistanê dihat binpêkirin.

Herwisa nêrîna Emerikayê ya dijê referandûmê li ser analîzên şaş dihat pêkanîn. Li gor rêvebirên Emerikayê eger referandum çêbibûya dê destê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî zehif bibûya. Emerikayîyan dixwest ku destê Ebadî xurt bibe da ku bikaribe İranê ji Iraqê derxe. Halbûkî ev nêrin ji binî ve şaş û tewş bû.

4.    îradeya miletê Kurdistanê: Serxwebûn

25ê İlonê roja referanduma serxwebûnê, li seranserê dinyayê hemî kurd bûn yekdil û yekkulmek. Bi rojan berê ve, ji hemî welatan û bi taybetî ji bakur, rojava û rojhelatê Kurdistanê Kurd ber bi Hewlêrê ve herikîn. Roja referandumê bû roja şahî û cejnê.

Gelek kesayetî û rojnamevanên biyanî ji bo şopandina dengdana referandumê hatibû kurdistanê. Wek gelek Kurd ez û hevalên xwe jî çend roj berê ve em li Kurdistanê bûn. Rojek berîya referandumê em li Hewlêrê beşdarê mitinga li Stadyuma Franso Hariri bûn û me gohdariya peyamên Barzanî yên tarîxî kir.

Xelkê Kurdistanê roja referandumê bi nisbetek mezin çûn ser sindoqan û sedî 92 ji bo serxwebûnê gotin “Belê”. Referandum ji bo Kerkuk û deverên li derveyî idareya Kurdistanê jî serkeftin û qezenceke mezin bû.

Reaksîyon û êrîşên li dijê Kurdistanê

Hin berîya referandumê di navbera Enkere, Tahran û Bexdayê da trafika siyasî û eskerî gur bûbû. Armanca wan, çawa pêşî li referandumê bigrin. Piştê referandumê vêca xwestin gelê Kurd bi birçîtîyê ceza bikin û iradeya serxwebûnê bişkînin. Divê bê destnîşankirin ku dewletên herêmê bi cesaret û teşwika Emerikayê êrîşê Kurdistanê kirin. Eger piştgiriya Emerikayê nebûya tu kes nikaribû zerarê bide Kurdistanê.

Hikumeta Bexdayê di carek da ablokayeke mezin danî li ser Kurdistanê. Balafirxaneyên Kurdistanê girt/daxist.  Zextên aborî, siyasî û eskeri roj bi roj dijwartir bûn.

Daxwaza hikumeta Irakê betalkirina neticeyên referandumê bû. Elbette ev daxwaz hem tehdideke bê ehlaqî bû hem jî bêrêzîya îradeya gelê Kurdistanê bû.

Gelê Kurdistanê bi awayeke demokratik, meşru û aştiyane îradeya xwe ya serxwebûnê, îradeya derbarê paşeroja xwe îlan kiribû. Betalkirina vê îradeyê bi zor û tehdidan ne mumkin bû.

Şanzdê oktobrê da dijminê Kurdan dest bê êrişa li ser Kurdistanê kirin.

Ewil Kerkukê ji xwe ra kirin hedef. Di vê mijarê da bêbextiya mezin ew bû ku, hinek aliyên Kurd di êrişa Kerkukê da arikarîya dijminan kirin. Dagirkirina Kekukê di nav miletê Kurd da travmayeke mezin peyda kir. Sebebê travmayê ne ew bû ku Kerkuk ketibû destê dijmin, esasê xwe da piştgiriya hinek Kurdan yên di nav YNKê birîna kurdan kûr kiribû. Wek Barzanî jî dibêje, “beşeka polîtburoya YNKê jî hay ji wê peymanê nebû ku bi riya wê Kerkuk radestî Heşdê Şabî, İranê û Irakê kirin.”

Li gor îfadeyên Barzanî ku ez jî di wê qenetê da me, Iraq hîn beriya referandumê haziriya wê yekê kiribû ku êrişê deverên minaqeşebar û Herêma Kurdistanê bike. Referandum ji bo vê yekê bû bahane. Û elbette ev êrişên li ser Kurdistanê bi teşwik û piştgirîya emerikayê  çêbûn. Wek ku Barzanî dibêje; “Me qet pêşbînîya wê nedikir ku bi çavdêrîya Emerikayê û bi silahên Emerikayê êrişê pêşmergeyan bê kirin. Me ew jî pêşbînî nekiribû ku hêzake navxweyî tecawiza îrade û dengê miletê xwe û dezgeyên Herêma Kurdistanê bike…”

Piştê Kerkukê û hin deverên din, Hikumeta Irakê dixwaze hêzên xwe rêke li ser Hewlêrê. Armanc jiholêrakirina Kurdistanê ye û eger ji destê wan bê serkêşên referandumê idam bikin.

Barzanî dibêje: “Dema me zanî ku plana dagirkirina herêma Kurdistanê di serê wan da heye, êdî me jî biryara miqawemeta seranserî da û di roja bistê  oktobrê da li Pirde pêşmergeyan qehremaniyeke mezin kir û êrîşa Heşdê û Iraqê tekbir.”

26ê oktobrê hêzên Iraqê, Heşdê û îranê ji bo girtna Pêşxabûrê êrişeke mezin dibin li ser pêşmergeyan û li wir jî derbeyeke mezin dixwin. Li ser vê serkeftina peşmerge balans diguhurin û Bexda mecbur dibe vedigere danûstandinên siyasi.

Gotina dawîyê; dersên Bo Dîrokê

Meriv dikare dersên Bo Dîrokê û herwisa gotinên dawî yên Barzanî wisa xulase bike:

Doza miletê Kurdistanê dozeke rewa, milli, tarîxî û li gor qanûna esasî ye û tu bûyer û astengek nikare ji rewabûna wê dozê tiştek kêm bike.

Hikumdarên nû yên Iraqê ji tarîxê ders nagirin, eksê wê bi eqliyeta mezhepçîtîyê dixwazin nakokîyên Bexdayê û herêma Kurdistanê dakevin nava xelkê û bibin nakokîyên Kurd û ereb, şii û sunîyan.

Wek gelek desthilatên cihanê desthilatdarên Iraqê jî nikaribûne ji bo xelkê xwe refah û aramîyê pêkbînin, şuna wê ji bo kêmasiyê xwe veşêrin şovenizm û dijminatiya kurdan gur dikin.

Referandum ji bo miletê Kurdistanê qezenceke neteweyî û niştîmanî ya mezin bû. Referandum bi ser ket. Ji ber ku piraniya xelkê Kurdistanê dengê “Belê”  dayê. Niha hemî cîhan dizane ku daxwaza jidil ya miletê Kurdistanê çi ye.

Di heman demê da referandum hilgira dersên pir mezin û bihadar e ji bo miletê Kurdistanê û neslên nû. Yek ji wan dersan jî ew e ku tu bi xwe nebî, tu bi xwe û pişta xwe bi xwe û xelkê xwe û şîyanên xwe girênedî, tu tune têyî hesibandin.

Ji helwesta hêzên navdewletî derheqê referandumê da derket holê ku di têkilîyên navdewletî da yê ku tesîrê li balans û prosesê dike ne prensibên mafan û edaletê ne, eqlê hêzê û berjewendî ne. Ji ber vê yekê divê Kurd di babeta mafên rewa yên miletê xwe da pişta xwe bi aliyekî germ nekin.

Tecrûbe nişan didin ku bi siyaseta inkarkirina mafê miletê Kurdistanê û şer problem nayên çareserkirin. Kurd dixwazin meseleyan bi riya diyalog, danûstandin û aştîyê safî bikin.

Herwisa dê helwesta miletê Kurd a li dijê neheqîyê, şovenizmê û nijadperestîyê berdewam be.

Ger ez di heqê Bo Dîrokê gotina xwe ya dawî bêjim…

Bi rastî di çend rûpelan da şirovekirina vê berhemê ne hêsan e. Ji ber ku her peyvek û her hevokeke vê kîtabê hêjayê şirove û nirxandinên ciddî ne. Dikare li ser vê berhemê bi sedan tezên akademik bên çêkirinin, bi hezaran konferans bên lidarxistin û analîzên berfireh bên kirin.

Kitaba Bo Dirokê derbarê miletê Kurd da dersên sedasalî dihewirine û wan neqlê dîrokê û neslên nû dike.

Heman demê da ji bo paşeroja Kurdistanê nexşerêyek pêşkêş dike.

Dest xweş Kek Mesûd Barzanî, ji bo vê ked û şîretên giranbiha.

 

Bayram Bozyel

* Ez dixwazim li vir nokteyek eşkere bikim ku di wextê da min pêvajoya xeternak ya derketina Daişê, qehremeniya peşmerge ya dijê Daişê, qonaxa referanduma serxwebûnê û ecamên wê roj bi roj şopand, nivisî û wan analîzên xwe di pirtuka xwe ya bi navê “Pêvajoya Aştîyê û Berevenîya Mezin a Niştîman ya Kurdan” da, di 2019an di Weşanên Dengê da çap kir. Ez gelek kêyfxweş im û anha jî dibinim ku ew nêrîn û analîzên min hema bêje bi tevahî bi nêrîn û tesbîtên birêz Barzanî ra paralel in û ji aliyê wan ve hatine teyîdkirin. Ciyê kêfxweşîyê ye ku Kurd derheqê gelek meseleyên xwe yên bingehîn da îro zêdetir xwedîyê nêrînên hevbeş in.