Parlamentoya Holandayê komkujiya Êzidiyan nas kir

Îro Parlamentoya Holandayê bi piraniya dengan komkujiya Êzidiyan bi fermî wek jenosîd nas kir.

Hewlêr (K24) – Îro Parlamentoya Holandayê bi piraniya dengan komkujiya Êzidiyan a bi destê rêxistina DAIŞê, bi fermî wek jenosîd nas kir.

Roja pêncşema borî, hejmarek parlamenterên Holandî pêşniyarek pêşkêşî parlamentoya welatê xwe kiribûn û piştî rojekê ew pêşniyar hat gotûbêjkirin, piştî destkarîkirineke kêm di pêşniyarê de, îro li parlamentoyê xistin dengdanê û bi piraniya dengan, komkujiya Êzidiyan a bi destê DAIŞê ya di sala 2014an de wek jenosîd hat qebûlkirin.

Bi vê pêngava Parlamentoya Holandayê, navê vî welatî jî di nav lîsteya welatên ku jenosîda Êzidiyan nas kirine de zêde bû.