Li Iraqê pitikekî 12 rojî bi vîrusa Koronayê ketiye

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; pitikekî 12 rojî bi vîrusa Koronayê ketiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; pitikekî 12 rojî bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketiye û weke yekem haleta kêmdîtî li Iraqê hatiye tomarkirin.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Iraqê Seyf Bedir ragihand; pêketiyê Koronayê yê herî biçûk ji aliyê Wezareta Tendirustiya Iraqê ve hat tomarkirin ku temenê wî ji rojî kêmtir e. Heta niha pêketiyekî bi vî temenî li Iraqê nehatibû tomarkirin.

Seyf Bedir eşkere kiriye ku ew pitik bi giranî bi vê vîrusê ketiye û dayîk û bavê wî jî nexweşên Koronayê ne û niha di bin çavdêriya hûr de ne.

Îro li Iraqê 9 hezar û 883 kes weke pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 62 kesan jî bi vê vîrusê jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê jî di van çend rojan de hişyara belavbûna vîrusê dide.