Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Seyîd Eşref Elçî
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya Bakurê Kurdistanê Seyid Eşref Alçî, peyamek sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.
Seyîd Eşref Elçî yê kesayetê navdar ê Cizîra Botan ku yek ji endamên despêkê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) bû, duhî li nexweşxaneyê koça dawî kir.
Peyama Serok Barzanî:
Bi mixabiniyeke mezin, nûçeya koça dawiyê ya kesayetiya niştimanperwer a Bakur Seyid Eşref Elçî biryarê xwedêjêrazî Şerefedîn Alçî gihîşt min.
Sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî malbata têkoşer û welatparêz Seyid Eşref Elçî û hemû kesûkar, dost û cemawerê Bakurê Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”
Ji xwedayê mezin hêvîdar im ku xwedêjêrazî Seyid Eşref Elçi bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.