Serok Barzanî: Xebata PDKê fakterê girîng û bi bandor di dîroka xebat û berxwedana gelê Kurdistanê de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî ya di 75. salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyamek belav kir û tê de ragihand, “Xebata Partî fakterê girîng û bi bandor li dîroka xebat û berxwedana gelê Kurdistanê de pire li evraz û nişêvî û Partî beşdareke serekî li serkeftin û destkeftan buye û li qonaxên dijwar da herdem xwe bi berpirs zaniye.”
Peyama Serok Barzanî ya di 75. salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta heftê û pêncemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû kadîr û endam û alîgirên Partî dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya serbilindî û xweşiyê ji bo wan dixwazim.
Damezrandina Partî li şanzdehê Tebaxa 1946 da pêwîstiyeke dîrokî bû ji bo berdewamiya xebat û berxwedana gelê Kurd ya li wê demên ku neyar û dagîrkerên Kurdistanê bi hemû hêz û şiyanên xwe ve hewla nehiştina şoreş û serhildana gelê Kurd didan. Partî her li destpêka damezrandinê ve heta niha amrazek bûye ji bo pêkanîna armanca demokratî û niştîmanî û neteweyiyên gelê Kurdistanê û li heman demê de jî mil bi milê li gel hêzên têkoşer û niştimanperwerên dinê Kurdistanê amrazên bergirîkirinê buye li maf û nasnameya gelê Kurdistanê ya li hemû qonaxan da.
Xebata Partî fakterê girîng û bi bandor li dîroka xebat û berxwedana gelê Kurdistanê de pire li evraz û nişêvî û Partî beşdareke serekî li serkeftin û destkeftan buye û li qonaxên dijwar da herdem xwe bi berpirs zaniye. Li hemû qonaxan da Partî wekî amrazek bûye li destê gelê Kurdistanê de ji bo mîsogerkirina maf û destkeftan û kûrtirkirina fireh alî û birayetî û pêkvejiyanê û rola xwe ya pêşeng li hemû warên jiyana siyasî ya Kurdistanê de parastiye.
Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo perçeyên din ên Kurdistanê jî cihê hêvî û serhildanê bû û ji dayikbûna Partî destpêkeke nû bû ji bo têkoşîn û xwe radestnekirin û nehiştina bêhêviyê. Cihê şanaziyê ye Partiya Demokrata Kurdistanê xwe bi tu îdeolojiyeke teng û hizrî ya şovenî û tundiyê ve girênedaye û bûye sêwanek ji bo wê yekê ku hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê li bin da kombibin û eve bi xwe destkefteke bêwêne û serdemiyane bû li pêşketina hizra siyasî ya li Kurdistanê da. Partî herdem hilgirê peyama aştiyê bûye û berdewam jî amade bûye ji bo berevanîkirina Kurd û Kurdistanê.
Di dema niha de aramî û parastina Kurdistanê û bihêzkirina pêkvejiyan û aramî û birayetî û tebayî ya di navbera hemû pêkhat û aliyên siyasiyan û bihêzkirina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ewlewiyeta serekî ya siyaseta Partî ye. Her wiha Partî tekez li wê yekê dike ku doza rewaya gelê Kurdistanê pêwîst e li rêya aştî û hevdû têgihîştinê û dawiya bi zimanê înkar û xwesepandinê bêanîn û bê çareser kirin. Di derbarê rewşa Iraqê jî mixabin ew sedemên ku bûne hokarên serhildana teror û nearamiyê hê jî mane. Her li vî warî de ez bawerim hilbijartinên paşerojê ya Iraqê dikarê bibe dergeheke baş ya ji bo nûbûna proseya siyasî û çespandina îradeya welatiyan ya ji bo gûhertin û gihîştina bi aramiyê.
Li vê salvegera pîroz da pêwîst e hemû partî li asta mezinahiya dîrokê û qurbanîdana partiyên xwe bin û tu demekê ewe ji bîra wan neçê ku Partî (PDK) partiyeke xwediyê dozekê ye û xwediyê rêbaza Barzanî ye û bi navê rizgarî û xizmeta Kurdistanê hatiye damezrandin. Pêwîst e ji berê bihêztir rûbirûyê gefan bibe û derfetan jî ji bo bihêztirbûna Kurdistanê bikar bînin û erkê xwe ya ji bo pêşxistina avadanî û pêkvejiyan û tebayî ya Kurdistanê, bi baştirîn awayî encam bidin.
Mesûd Barzanî
16.08.2021