Topxaneya Tirkiyê herêma Şehbayê da ber topan

Navenda Nûçeyan (K24) – Topxaneya artêşa Tirkiyê bajarokê Til Rifetê û gundên herêma Şehbayê da ber topan. Li gor zanyariyan, ti ziyanên canî nebûne.

Li gor jêderên xwecihî jî, hêzên Tirkiyê ji Efrîn û Izazê ve bi dehan top û mûşekan firokxaneya Minigê, derdora Til Rifetê û gundên herêma Şehbayê yên di destê Yekîneyên Parastina Gelê de ne, topbaran kirin.

Heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên wê êrîşê de nehatine ragihandin.

Ev di demekê de ye, duhî 18ê Tebaxê navenda bajarê Efrînê bi hejmarek mûşekan hatibû armanckirin û di encamê de 3 kes hatibûn kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûbûn.

Herwiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, topxaneya Tirkiyê roja 16ê Tebaxê, baregehên YPGê li gundên Eyn Deqnê, Bêloniyê û Meranazê dabû ber topan.