Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdanê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 22.08.2021 pêşwazî li Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdanê û Emîndarê Giştî yê Partiya (Iraq Mutehidun) Usame Nuceyfî kir.
Di hevdîtinê de guftûgo li ser rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê yên Iraqê û gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê de hatin kirin.
Her di vê hevdîtinê de hemahengî û pêwendiyên aliyan yên ji bo derbaskirina qeyranan û mîsogerkirina aramiyê bi pêwîst hate zanîn.