Serok Barzanî: Cûdahiyeke zêde di navbera Efxanîstan û Kurdistanê de heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro peyamek derbarê bûyerên Efxanistanê û beramberkirina di navbera Herêma Kurdistan û Efxanîstanê de ku ji aliyê hin kes û medyayê ve tê kirin, belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Dixwazim xelkê Kurdistanê ji wê yekê piştrast bikim ku rewşa Kurdistanê cûdahiyeke zêde heye li gel hemû cihên din. Spas ji bo xwedayê mezin, Pêşmergeyên me yên qehreman û hêza me heye û ji hemûyan jî girîngtir, em mîlletek in xwedî îrade û dozekê ne.”
Herwiha Serok Barzanî dibêje: “Her kesek jî bixwaze bêhêvî û xwe bi kêmzanîn û beramberiyên nebicîh li nav xelkê de belav bike, diyar e hê jî nekariye li îrade û xweragiriya gelê xwe têbigihe.”
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Piştî rûdanên Efxanîstanê eve çend rojeke grubeke siyasî û medyayî ber bi dirustkirina metirsiyê û bêhêviyê li nav xelkê Kurdistanê da kar ji bo beramberkirina di navbera Herêma Kurdistan û Efxanîstanê dikin. Li vir da pêwîst e hemû aliyek baş bizanin ku her mîlletek eger pişt bi xwe û şiyanên xwe nebestê herdem egera gef û li navçûnê jî li ser heye. Palpiştiya xelkê jî wê demê bihaya xwe heye û bi bandor dibê ku em bi xwe hebîn û îradeya me hebe.
Cûdahiyeke zêde li navbera Efxanîstan û Kurdistanê da heye. Cûdahiyeke zêde jî li navbera Pêşmerge û artêşa Efxanîstanê de heye. Pêşmerge zadeyê dîrok û xwîn û rondikên gelê Kurdistanê ye. Xwediyê sedan destanên dîrokî û qehremaniyê ye. Mînakên destana Korê û têkşikandina efsaneya DAIŞê û destanên Pirdê û Sihêla ku neyarên Kurdistanê plana wê yekê hebû îradeya gelê Kurdistanê bişkînin, lê belê Pêşmerge û gelê Kurdistanê bi xweragirî û îradeya polayî plana neyar û dijminan hilweşand.
Li vir da dixwazim xelkê Kurdistanê ji wê yekê piştrast bikim ku rewşa Kurdistanê cûdahiyeke zêde heye li gel hemû cihên din. Spas ji bo xwedayê mezin me Pêşmergeyên qehreman û hêza me heye û ji hemûyan jî girîngtir mîlletekîn xwedî îrade û dozekî ne. Eger dijmin û nehezan jî xeyala wan hebûbê azara xelkê Kurdistanê bidin tu demekê bi hêsanî ji bo wan neçûye serî û bi piştrastiyê ve li paşerojê de jî bi hêsanî ji bo wan naçê ser. Her kesek jî bixwaze bêhêvî û xwe bi kêmzanîn û beramberiyên nebicîh li nav xelkê de belav bike diyar e hê jî nekariye li îrade û xweragiriya gelê xwe têbigihe.
Mesûd Barzanî
22.08.2021