Divê em yekdeng bin!

Kurd24

Afganîstan pêşî ji alî Rusyayê hat dagirkirin. Dewleta Rusya bi salan bi dînamîkên hundir re şer kir, xwest bi zorê Afganîstanê ji nû ve ava bike. Rusya bi serneket. Bi helwesta xwe hem ji alî sîyasî hem jî ji alî aborî ve pir zirar kir, mecbur ma û terka Afganîstanê kir. 

Cîyê ku Rusya vala kir DYA bi piştgirîya alîgirên xwe tije kir. DYA leşkerên xwe li Afganîstanê bi cîh kir û xwest ku Afganîstanê ji nû ve ava bike. Di vê helwesta DYA de dewletên Ewropî û Tirkiye alîkarîya DYA kirin. DYA û alîgirên xwe bi ser neketin. Ew jî mecbur man ku xwe paşde vekişînin. 

Afganîstan ji alî madenên xwe wek lityum, zêr, komir, hesin û sifir pir dewlemend e. Bi taybetî lityum madeneke stratejik e û di peydakirina atomê de tê bikaranînê. Ji ber vê yekê ye ku hem Rusya hem jî DYA bi alîgirên xwe xwestin li Afganîstanê bibin xwedî soz û hukim.

Piştî vekişîna leşkerên DYA ji Afganîstanê hezên Talîban pir bi hêsanî û bêyî ku artêşa Afganîstanê li hember wan têbikoşin hatin ser hukim. Berdevkên Talîban beyan kirin ku dê sîstema rêvebirinê li gor şerîatê bibe. Li gor şeriata Talîban dê jin bikaribin bixwînin û li derve kar bikin. Efû îlan kirin û beyan kirin ku li Afganîstanê naxwazin bi hêzên din re şer bikin.

Dîrok carek din ji me re nîşan da ku bêyî daxwaza dînamîkên welatekî guhertin pir zehmet e bi xwe re tevlîhevîyek mezin tîne. Dîrok carek din ji me re nîşan da ku hêzên emperyalist wek DYA û alîgirên xwe û Rusya ji bo berjewendîyên xwe pir bi rehetî dikarin terka welatekî bikin û gelên van welatan bi serê xwe bihêlin. Ne Rusya ne jî DYA li Afganîstanê bi serneketin. DYA û alîgirên xwe li Vîetnam, Kamboçya û Laosê jî bi ser neketin, mecbûr man terka van welatan bikin. Pir mixabin dema terka van welatan kirin di pey xwe de kuştin, feqîrî û borana civakî hiştin.

Ez dixwazim li vir bala sîyasetmedarên kurd û Kurdistanî li ser helwesta DYA û Yekîtîya Ewropa li hember referanduma Kurdistana Başûr bikşînim. Xwestin referandûmê rawestînin, bi ser neketin. Encama referandûmê-ji sedî 92 erê- hêzeke netewî da gelên Kurdistana Başûr. Bawerîya xwe bi xwe zêdetir bû. Tirs xiste nav dewletên dagirker.  Li vir divê em rola mala Barzanîyan ji bîr nekin. Tecrûbe û zîrekîya wan a dîplomasîyê prestîja Hikûmeta Federe ya Kurdistana Başûr li dinê bilind kir. Bi kil û kêmasîyên xwe dewletbûna Kurdistana Başûr bi xwe re hebûna avahîyên neteweyî, civakî û leşkeri anî. Bi kêmasîyen xwe avahîyên neteweyî di rîya xwe de dimeşin. Dewleta Federe ya Kurdistanê bi zîyareta li dewletên din ala Kurdistanê li hemû dinê dide nasandin. 

Divê em bawerîya xwe ne ji dewletên dagirker ne jî dewletên wek Brîtanya, Fransa, Almanya, Rusya û DYA neynin. Divê berê her tiştî em bi xwe bawer bin. Ji bo vê bawerîyê divê em hêzên xwe bikin yek daku em bikaribin bi yekdengî li hember talûkeyên li pêş me rawestin. Ku em bikaribin vê yekdengîyê bi afirînin em dê bikaribin berjewendîya xwe ya neteweyî biparêzin.