Talîban: Me Eşref Xenî efû kir, dikare vegere

Tevgera Talîbanê biryareke nû da û tevî Eşref Xenî, hemû rayedarên berê yên hikûmeta Efxanistanê efû kir.
Çekdarên Talîbanê
Çekdarên Talîbanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Talîbanê biryareke nû da û tevî Eşref Xenî, hemû rayedarên berê yên hikûmeta Efxanistanê efû kir, herwiha eşkere kir ku ew dikarin vegerin û li Efxanistanê bijîn.

Berpirsê li Tevgera Talîbanê Xelîl Rehman Heqanî ji kanala Geo ya Pakistanê re diyar kir: “Talîbanê ji bo Serokê Efxanistanê Eşref Xenî û Cîgirê Serok Emrullah Salih efû derxist, em ji wan daxwaz dikin, eger bixwazin dikarin vegerin welat.”

Xelîl Rehman Heqanî destnîşan kir: “Dijminahiya Talîbanê li serokê jikardûrxistî Eşref Xenî û cîgirê wî Emrullah Salih tune ye, ji bo şêwirmendê netewî Hemedullah Mûcîb jî wisa ye.”

Heqanî dibêje: “Me tevî Eşref Xenî, cîgirê wî û şêwirmendê netewî, hemû fermandaran jî efû kirine, ku li dijî me şer kirin, ew niha kesên asayî ne.”

Herwiha eşkere kir: “Kesên ku dixwazin welatê xwe terk bikin, em ji wan daxwaz dikin ku vê yekê nekin, çimkî ewên dibêjin 'Talîban dê tola xwe hilde', dijmin wisa belav dikin.”

Xelîl Rehman Heqanî diyar dike ku hemû pêkhateyên welat dê di aramiyê de bijîn û got: “Tacîk û Belûş û Hezaze û Peştû, hemû birayên me ne.”