Hejmara nû ya kovara Nûbihar derket

Nûbiharê demek berê ji cihê xwe yê 19 salan lê mabû, bar kiribû û derbasî cihê xwe yê nû bûbû.
Kovara Nûbihar
Kovara Nûbihar

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara Nûbiharê ya 156an li navnîşana xwe ya nû derket. Nûbiharê demek berê ji cihê xwe yê 19 salan lê mabû, bar kiribû û derbasî cihê xwe yê nû bûbû.

Di vê hejmara kovarê de Rohat Alakom li ser keştiya Hz. Nûh ya ku li ser çiyayê Cûdî daniye nivîsandiye.

M. Zahir Ertekin li ser nivîskar û şaira Kurd Diya Ciwan û kitêba wê ya Zikata Evînê nivîsandiye

Murad Celalî jî di vê hejmarê de zûgotinokên Kurdî û taybetiyên wan kiriye mijara nivîsa xwe.

M. Sadik Varli di nivîsa xwe de li ser Serhildana Bedlîsê ya sala 1913an rawestiyaye.

Mela Mihemedê Kêrsî behsa Mela Weysiyê Sohtilî û Mela Hesenê Bazidî kiriye.

Rahmetullah Karakaya li ser nivîskariya Sabri Akbel, Kenan Soylemez jî li ser Dengbêj Evdirehmanê Perê nivîsandiye.

Abdurrahman Benek behsa Berbanga Kurdên Qazaxistanê û Prof. Kinyazê Îbrahîm; Hanifi Taşkin jî behsa nameyeke Seyîd Taha ku ji ‘Ebdirehmanê Qutûb re şandiye dike.

Bi zaravayê Zazakî (Kirmanckî/Dimilî) O. Faruk Çetînkaplan helbesteke Melayê Cizîrî wergerandiye. Netîce Altûn Demîr jî çîrokek nivîsandiye.

Hevpeyvîna vê jimarê Salihê Kevirbirî bi serkarê weşanxaneya Zengezûrê Hejarê Şamil re kiriye.