Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa kir

Di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya li ser asta Iraq û navçeyê, êrîşên terorê û gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 25.08.2021 pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nurî Malikî û şanda pê re kir.

Di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya li ser asta Iraq û navçeyê, êrîşên terorê û gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Her di vê civînê de ronahî hate xistin li ser hilbijartinên bê yên Iraqê û her du alî tekez li wê yekê kirin ku ji bo hilbijartin bibe sedema aramî û rasterêbûna proseya siyasî, pêwîst e hilbijartin di dema xwe de bêne encamdan, mîsogeriya wê jî hebe ku hilbijartineke pak, azad û dadperwerane di jîngeheke aram de û dûrî li destkariyê birêve biçe, herwiha hemû alî jî rêz li encamên hilbijartinan û îradeya gel bigirin.