Sedemên guhertina stratejiya Tirkiyê ya Efxanistanê
Enqere (K24) – Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku vekişîna hêzên Tirk ji Efganistanê bidawî bûye. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got ji bilî hin karkerên teknîkî hemû tîmên Tirkiyê ji Efganistanê hatine kişandin. Di warê vekişîna ji Efganistanê de helwêsta Tirkiyê çima guherî? Şarezayên babetê li Tirkiyê dibêjin vekişîna Tirkiyê ji Efganistanê pêwîstiyek bû.
Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê li ser malpera xwe ya Twitterê ragihand ku vekişîna hêzên Tirk ji Efganistanê temam bûye. Li gorî daxuyaniya Wezaretê biryara vekişîna ji Efganistanê piştî nirxandina avûhewaya li qadê û danûstandinên berfireh hatiye dayîn. Her wiha ew yekê di demekê de ye ku serê hefteyê lûtkeya G-7 bi rojeva dirêjkirina proseya vekişîna ji Efganistanê kom bibû. Lê belê piştî lûtkeyê serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandibû ku proseya vekişînê heta dawiya ev mehê dê bidawî bibe. Li Tirkiyê şarezayên babetê vekişîna Tirkiyê ji Efganistanê wiha dinirxînin.
Şîrovekarê Siyasî Aydin Sezer ji K24ê re got: “Hêzên Tirkiyê li Efganistanê di bin sîwana NATOyê de ne û hewceye li gorî biryarên NATOyê tevbigerin. Heger Tirkiye ji Efganistanê venekişîba di çarçoveya hiqûqa nevxweyî de jî ew yeke dê biba sedam kêşeyan. Ji ber kku hewceye Parlemento destûrê bide. Ji loma Tirkiyê ji bilî vekişînê şanseke din tune bû.”
Li aliyê din beşek ji şarezayên babetê jî dibêjin, Tirkiye bi avayekî demkî ji Efganistanê vekişiyaye.
Şarezayê Ewlehiyê Guray Alpar got: “Hewce bû ji ber rewşa tevlîhev ya li qadê Tirkiye hêzên xwe ji Efganistanê bikişîne. Lê belê Tirkiye hevdîtinên bi Talîban re didomîne û dê piştî demekê vegere Efganistanê. Ji ber ku dê pêdiviyên hikûmeta ku niha li Efganistanê tê damezrandin hebin û di ware teknîkî de alîkariya Tirkiyê bo wan gelek girîng e.”
Hêzên Tirkiyê di bin sîwana mîsyona NATOyê de yekem car sala 2002an de çûbûn Efganistanê û di sala 2015 de berpirsyariya ewlehiya balafirxaneya Kabûlê hilgirtibûn. Talîban dibêje, ew naxwazin hêzên serbazî yên Tirkiyê li qadê û balafirxaneyê bibînin. Lê belê di warê teknîkî de bi taybetî jî li ser balafirxaneya Kabûlê egera hevkariyek di navbera Tirkiye û Talîban de hêj li ser maseyê ye.