Efrîn.. Baregehên grûpên çekdaran tên bombebarankirin

Firokeyên Rûsî baregehên grûpa Feyleq El-Şam li gundê Îska yê ser bi navçeya Şêrewa ve bombebaran kirin.
Gundê Îska - Efrîn
Gundê Îska - Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregehên grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine, li gundekî hatin bombebarankirin.

Çalakvanên Efrînê girtevîdyoyên bombebarankirinê li tora civakî “Facebook” belav kirin û gotin, firokeyên Rûsî baregehên grûpa Feyleq El-Şam li gundê Îska yê ser bi navçeya Şêrewa ve bombebaran kirin.

Ev yek piştî wê tê, duhî hejmarek ji mûşekan li malên sivîlan ên li nava bajarê Efrînê ketin û di encamê de 5 kes birîndar bûn ku di nava wan de zarok jî hebûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara 2018an de, ev cara yekem e, firokeyên Rûsî êrîşên esmanî li dijî armancên li Efrînê pêk tîne.