Rojane 500 mamoste û fermanber ji bo vaksînê navê xwe tomar dikin

"Heta niha li Herêma Kurdistanê 700 hezar kesan vaksîn wergirtine"

Hewlêr (K24) – Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî û Wezîrê Perwerdehiyê Alan Hemeseîd û hejmarek mamoste û fermanberan, navenda lêdana vaksînê ji bo mamoste û fermanberan li komelgeha Şehîd Faxîr Mêrgesorî ya li bajarê Hewlêrê ziyaret kirin.

Navenda lêdana vaksînê duh ji aliyê Parêzgahê Hewlêrê û Rêveberê Giştî yê Perwerdehiya Hewlêrê ji bo lêdana vaksînê bo mamoste û fermanberan hat vekirin.

Di civîna çapemeniyê de Wezîrê Tendirustiyê û Wezîrê Perwerdehiyê mamoste û fermanberan han da ku bilez vaksînê werbigrin, da ku xwendekar û welatiyan ji pêketina vîrusa Koronayê biparêzin, bi taybetî ku vekirina deriyên dibistanan nêzîk dibe.

Wezîrê Tendirustiyê ragihand; heta niha li Herêma Kurdistanê 700 hezar kesan vaksîn wergirtine, bi hêviya ku welatî xwe û derdora xwe biparêzin, divê vaksînê werbigrin.

Navenda lêdana vaksînê bi hevkariya Wezareta Tendirustiyê û Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê bi dabînkirina hemû pêwîstiyên bijîşkî hat vekirin û rojane 500 mamoste têne vaksînkirin.