Şewatên daristanên Dêrsimê hatin temirandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dêrsimê Mehmet Alî Ozkan piştî lêgerîna tevî tîmên ligel xwe ragihand; hemû şewatên li Dêrsimê hatine temirandin.
Mehmet Alî Ozkan eşkere kir: “Me bi helîkopterê bi dirêjahiya demjimêrek û 15 xulek lêgerîn pêk anî. Devera Xozatê, Ovacik, Geliyê Munzirê, Çiyayê Pulumurê, rûbara Kutu û hemû Dêrsimê geriyan.”
Herwiha li ser malpera Parêzgariya Dêrsimê jî hat ragihandin ku bi xebatên helîkoptera temirandina agir, ku ji serê sibehê ve dest pê kiribû, şewatên daristanan hatin temirandin.
Li ser hesabê Twitterê yê Rêveberiya Giştî ya Daristanên Tirkiyê jî hat eşkerekirin ku şewatên daristanan hatine kontrolkirin û xebatên sarkirinê jî didomin.