Wezîra Derve ya Holandayê dest ji kar kişand

Piştî ku endamên Parlamentoya Holandayê ew şermezar kir û rexne li proseya vekişîna hêzên welatê xwe ji Kabulê girt, Wezîra Derve ya Holandayê Sigrid Kaag dest ji kar kişand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku endamên Parlamentoya Holandayê  şermezar kir û rexne li proseya vekişîna hêzên welatê xwe ji Kabulê girt, Wezîra Derve ya Holandayê Sigrid Kaag dest ji kar kişand.

Sigrid Kaag di daxuyaniyekê de ku pêşkêşî parlamentoya welatê xwe kir, ragihand: “Parlamentoya welatê min di wê baweriyê de ye ku hikûmetê bi awayekî neberpirsyar xebitiye, ji bo min ti rêyeke din tune ye ji bilî pesendkirina wê berpirsyarî û tohmetan, ji ber ku ez berpirsê destpêk û dawiya proseyê bûm.”

Kaag diyar kir: “Ez di baweriyê de me ku sîstema demokrasiyê û rêzbaza îdareya me min han dide ji bo destjikarkişandinê, ku eger siyaseta min nayê pesendkirin.”

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte li ser vê mijarê diyar ku îstîfaya Sigrid Kaag ziyaneke mezin e ji bo kabîneya wî.

Holandayê 1500 kes ji Kabulê veguhestin, ku beşek ji wan Efxanî ne, lê belê gelek kesên Exfanî ku diviyabûn werin veguhestin, li Efxanistanê man, ku ji wan 22 kes wergêr bûn.