Facebook, Whatsapp û Instagram ji kar ketin

Torên civakî yên Facebook, Messenger, Whatsapp û Instagram vê êvarê ji kar ketin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Torên civakî yên Facebook, Messenger, Whatsapp û Instagram vê êvarê ji kar ketin û li seranserê cîhanê xizmetguzariya wan rawestiya.

Ev her çar torên civakî ji aliyê kesekî ve tê birêvebirin ku ew jî bernamesazê Amerîkî Mark Zuckerberg e.

Hê jî sedema jikarketina her çar torên civakî nayê zanîn, lê belê li gor ajansên medyayê, li piraniya welatan ji kar ketine.