Li Çemçemalê dayîkek û çar zarok şewitîn
Silêmanî (K24) – Li navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê îşev dayîkek û çar zarokên wê şewitîn.
Rêveberê Tendirustiya Çemçemalê Dr. Ferhad Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand; li taxa Aştî ya Çemçemalê agir bi malekê ket û di encamê de pênc endamên malbatekê şewitîn.
Dr. Ferhad Mihemed eşkere kir ku ji wan du kes rêjeya şewata wan zêde ye û ji ber vê yekê bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatine veguhestin û ewên din li Çemçemalê tedawî dibin.
Li ser sedema şewatê, Rêveberê Polîsê Çemçemalê Mihemed Ebdî ji Kurdistan24ê re ragihand; bûyer ji ber teqîna gazê bûye.