Biden cezayên Trump ên li dijî Tirkiyê dirêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Sipî ragihand, Serokê Amerîka Joe Biden cezayên li ser Tirkiyê yên ji ber operasyona leşkerî ya li dijî hêzên Kurd li Sûriyê di sala 2019 de hatine sepandin, saleke din dirêj kir.
Di daxuyaniya Koşka Sipî de hat got: “Rewşa li Sûriyê, bi taybet kiryarên Tirkiyê û êrîşa wê li ser bakurê rojhilatê Sûriyê, bandorê li operasyona li dijî DAIŞê dike, jiyana sivîlan û aramiyê navçeyê dixe bin metrisiyê.
Herwiha Koşka Sipî dibêje: “Êrîşa Tirkiyê li ser bakurê rojhilatê Sûriyê, hîn jî li ser ewlehiya netewî û siyasetên derve yên Amerîka, metirsiyeke awarte ye.”
Di daxuyaniyê de hat: “Ji ber van sedeman, rewşa awarta ya li gorî biryara cibicîjar (13894) a di 14ê Cotmeha 2019an de derketiye, dê heta piştî 14ê Cotmeha 2021ê berdewam be.”
Artêşa Tirkiyê di 9ê Cotmeha sala 2019an de êrîşî ser Serê Kaniyê û Girê Sipî yên Rojavayê Kurdistanê kiribû, serokê berê yê Amerîka Donald Trump 14ê Cotmeha 2019an, ji ber wê operasyonê, ceza li ser Tirkiyê sepandibûn.
Cezayên Amerîkayê li ser hejmarek rayedarên payebilind ên Tirkiyê ku di nav wan de wezîrên berevanî û enerjiyê yên Tirkiyê jî hebûn, hatibûn sepandin.