Nûnera Neteweyên Yekbûyî pîrozbahî li xelkê Iraqê kir

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand; Serokwezîr Mistefa Kazimî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yakbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert civiyan.
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand; Serokwezîr Mistefa Kazimî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiyan.

Di daxuyaniyê de Ofîsê Serokwezîrê Iraqê eşkere kir ku Iraqê beşdariya bi bandor a Neteweyên Yekbûyî ya di hilbijartinên 10ê Cotmehê de bilind nirxand, ku bi rêya çavdêrên navdewletî ve piştgiriya proseyê kir.

Herwiha destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî di serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de alîkariya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yakbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert hewldanên hikûmeta Iraqê di dabînkirina asayîş û seqamgîriyê bo binke û wêstgehên dendanê de bi girîngî wesf kiriye û bi boneya serkeftina proseya hilbijartinên pêşwext pîrozbahî li temamê iraqiyan kiriye.