Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Neteweyên Yekbûyî kir

Li ser geşedanên herî dawî yên li Iraqê û proseya hilbijartinan a Parlamentoya Iraqê gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 14ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de li ser geşedanên herî dawî yên li Iraqê û proseya hilbijartinan a Parlamentoya Iraqê gotûbêj hat kirin û rola çavdêriya navdewletî û Neteweyên Yekbûyî di piştevanîkirina û serxistina proseya hilbijartinan de hat nirxandin.

Her du aliyan xwazyar bûn ku hikûmeta dahatû ya Iraqê hikûmeteke giştgîr be û bêyî ciyawazî, xizmeta hemû pêkhate û welatiyên Iraqê bike.