Serokê Herêma Kurdistanê û Nûnera Neteweyên Yekbûyî civiyan

Di civînê de birêveçûna proseya dengdanê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encamên wê, rewşa Iraqê bi giştî û pêşbîniyên ji bo siberoja proseya siyasî ya li welat, hatin gotûbêjkirin.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiya.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand; di civînê de birêveçûna proseya dengdanê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encamên wê, rewşa Iraqê bi giştî û pêşbîniyên ji bo siberoja proseya siyasî ya li welat, hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya civînê, her du aliyan hêvî xwestine ku encamên hilbijartinan, damezrandina hikûmetekê li pey xwe bîne, ku bersiva daxwaz û hêviyên temamê pêkhateyan be û aramî û seqamgîrî û xizmetguzarî ji bo xelkê Iraqê dabîn bike, herwiha hevnêrîn bûne ku divê her îtiraz û têbîniyên li ser encamên hilbijartinan, bi rêkarên yasayî werin çareserkirin.

Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî spasî û destxweşî li Jeanine Hennis-Plasschaert û şanda Neteweyên Yekbûyî ya UNAMI kiriye ji ber rola wan a berçav a di çavdêrîkirina proseya dengdanê û alîkarkirin û piştevanîkirina Iraqê.