Ibra yê 40 salî, gola xwe ya 400emîn tomat kir

Zlatan Ibrahimovic
Zlatan Ibrahimovic

Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîşberê AC Milan ê Swêdî Zlatan Ibrahimovic (Ibra) şeva borî gola xwe ya 400emîn di hemû lîgeyên ku pê re lîstiye de tomar kir.

Şeva borî tîma Roma ya Îtalî di gera 11emîn a Lîgaya Îtalya (Serie A) de mêvandariya AC Milan kir û bi encama (2 - 1) têk çû.

Zlatan Ibrahimovic gola yekem a AC Milan di xuleka (26) bi lêdaneke bihêz ji derveyî qada cezayê ve tomar kir, piştre Franck Kessie gola duyem a AC Milan di xuleka (57) de tomar kir.

Gola tekane ya Romayê jî di xuleka 90+3 de bi riya Stephan El-Shaarawy hat tomarkirin.

Tora “Squaka” ragihand, Ibra bi tomarkirina vê golê, gola xwe ya 400emîn di hemû lîgeyên ku pê re lîstiye de tomar kir.

Diyar kir jî, Ibra yê 40 salî bi 400 golan, gihîştiye qonaxeke nû.”

Ji aliyekî din ve, tora “Opta” ragihand, Ibra di 30ê Cotmeha 1999an de gola xwe ya yekem di lîgayan de tomar kir.

Ibra di jiyana xwe topapê de bi gelek tîman re lîst, wek Malmo ya Swêdî, Ajax Amsterdam, Juventus, Inter Milan, Barcelona, AC Milan, Paris Saint-Germain, Manchester United, Los Angeles Galaxy.