Serok Barzanî êrîşa li ser mala Kazimî şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li ser hewla kuştina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: Em bi tundî wê êrişê şermezar dikin ku îro danê sibê li mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Bexdayê hat kirin. Hêviya başbûnê bo birîndarên wê êrişa terorîstî dixwazim.
Serok Barzanî di beşeka din ya peyama xwe de dibêje: Divê rêz li serwerî û aramiya Iraqê were girtin û bi alîkariya hemû aliyan pêşiya dubarebûna kiryarên terorîstî yên bi rengî were girtin.
Mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li Herêma Kesk a Baxdayê îro barbangê rastî hewleke kuştinê ya têkçûyî hatibû. Di encamê de hin pasewanên wî birîndar bûn.