Serok Barzanî êrîş li ser mala Kazimî bi " tirsonek" bi nav kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê naveroka pêwendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Mistefa Kazimî de belav kir.
Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqa Federal ragihand, Serok Barzanî pêwendiyeke telefonî bi Mistefa Kazimî re kir û guftûgo derbarê êrîşa li îro ya ser mala Kazimî kirin.
Diyar kir jî, Serok Barzanî êrîşa li ser mala Kazimî bi tundî şermezar kirin kir û ew bi “destdirêjiyeke tirsonek” bi nav kir.
Mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li Herêma Kesk a Baxdayê îro barbangê rastî hewleke kuştinê ya têkçûyî hatibû. Di encamê de hin pasewanên wî birîndar bûn.
Şaneya Ragihandina ewlehiyê jî di daxuyaniyekê de ragihand, êrîş bi riya droneyan li ser mala Kazimî hatiye kirin û ti ziyanên canî nebûn û aliyên ewlehiyê dest bi lêkolînên di vê êrîşê de kirine.