AC Milan û Inter Milan di lûtkeya Seria A de wekhev bûn

AFP Tiziana FABI
AFP Tiziana FABI

Navenda Nûçeyan (K24) – AC Milan û Inter Milan di “Derby Madonnina” lîstiya lûtkeya Lîgeya Îtalyayê (Seria A) de bi encama (1 - 1) wekhev bûn.

Di gera 12emîn a Seria A de AC Milan mêvandariya Inter Milan kir û bi encama (1 - 1) wekhev bûn.

Inter di xuleka (11) de bi rêya lîstivanê Tirkî Hakan Calhangulu ji penaltiyê gol kir, piştre di xuleka (17) jî bergirîkarê Inter Stefan de Vrij bi şaşîtî golek di berjewendiya Milanê de avêt tora tîma xwe.

Lîstikvanê Inter ê Arjantînî Lautaro Martinez di xuleka 27an de firsendeke zêrîn ji dest da, dema ku lêdanek penaltiyek avêt, lê golparêzê Milanê, Ciprian Tatarusano bi awayekî balkêş girt.

Bi vê encamê, Milan puanên xwe gihandine 32 puanan, û rêzbendiya Seria A de bi cudahiya golan, di rêza duyem de li pişt Napoli cih girt.

Li hemberê jî, Inter Milan bi (25) puanan di rêza sêyemîn a Seria A de ma.