Serok Barzanî û Mezin Şêwermendê Leşkerî yê Brîtanya rewşa Iraq û navçeyê guftûgo dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Mihdara 2021ê pêşwazî li Mezin Şêwermendê Leşkerî yê Brîtanyayê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkya Marşal Sammy Sampson û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê David Hunt amade bû, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê û navçeyê û geftên terorê hatin guftûgokirin û ronahî hate xistin ser dawî pêşhatên siyasî yên Iraqê, bi taybet qonaxa piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran.
Her di wê hevdîtinê de, şanda mêvan tekezî li wê kir ku Brîtanya wek dosteke bihêz a Herêma Kurdistanê dimîne û piştevaniya welatê xwe ji bo çaksaziyên di hêza Pêşmerge de dubare kir.