Partiya DEVA: Nabe kuştina 42 kesan bi hinceta ewlekariyê bê rewakirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li bajarên Bakurê Kurdistanê ji sala 2008’an û heta niha 42 kes bi seyareyên zirpoşî hatine kuştin. Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê DEVA’yê di Roja Bajarvanî ya Cîhanî de, bal kişand ku li Tirkiyeyê, jiyana welatiyan ji bo ewlehiyê tê qurbanî kirin û di nav 12 salan de 20 ji wan zarok 42 kes bi seyareyên zirpoşî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin, 20 ji wan zarok 90 kes jî hatine birîndar kirin.

Partiya DEVA’yê li Diyarbekirê di Roja Bajrvanî ya Cîhanî de, bal kişand ku bi taybet li bajarên bakûr, seyareyên zirxpoşî, li nav bajaran, bi awayekî ne durist tên bikaranîn û bihênceta ewlekarî jî, li nav bajaran welatî dibin qurbanî. Bal hat kişandin ku ji ber hêzên ewlehiya Tirk,  çi tawan bikin ji aliyê dewletê ve tên parastin, ew tawan jî berdewam dikin.

Serokê Partiya DEVA yê Diyarbekirê Cîhan Ulsen, da zanîn ku divê di roja bajarvanî de, me behsa, li bajaran, plansaziyên jiyaneke pêkan bikira, lê li kolanên bajaran zarok di bin seyareyên zirpoşî de can didin û tawanbar jî bi polîtîqayeke bê ceza hiştinê tên parastin. Loma jî ji bo bajarvaniyên hêja û pêkan divê ev hişmendî bê guhartin.

Serokê DEVA yê Diyarbekirê Cîhan Ulsen got: “Divê îro me behsa ku gelo bajar çewa dikarin ji bo pêwistiyên civakê bên guncinandin bikira, lê em behsa binpêkirinên mafên jiyanê dikin. Em behsa li bajêran nebûyîna ewlehiya jiyana welatiyan dikin. Nabe ku ewlekarî wek hêncet bê nîşandan û welatî bi seyareyên zirxpoşî ku divê di nav trafîqa bajêr de nebin bên kuştin û birîndar kirin. Bajêr destnîşana şaristaniyê tên qebûl kirin û divê bajêr ji bo jiyana welatiyan bên guncinandin.”

Bal hat kişandin ku hêzên ewlehiyê, welatiyan dikujin û birîndar dikin, lê pergala heyî, di ciyê ku tawanbarên buyerê ceza bike, kesên ku dibin qurbanî wek tawanbar nîşan dide û tawanbaran jî diparêze, loma jî hêzên ewlehiyê, wêrekiya ku heman tawan dubare berdewam bikin di xwe dibînin.

Cîgira Serokê DEVA ya Diyarbekirê û parêzer Leyla Akdemîr jî anî ziman ku demeke ew ji nêzîk ve dosyayên kesên ku bi seyareyên zirpoşî hatine kuştin diizane û sedema bi dubarekirin, berdewamiya wan binpêkirinan jî, ji aliyê hiqûqî ve bê ceza hiştina tawanbara ye.

Leyla Akdemîr ji K24ê re got: “Tawanbar û kiryarên buyeran tên parastin û yan jî nayên ceza kirin û her carê qurbanî wek tawanbar tên tawanbar kirin. Wek mînaq bavê Efe Tantekînê ku canê xwe jidest dabû wek tawanbar hat tawanbar kirin ku bapîrê (kalê) Efe jî wek wî bi seyara zirpoşî hatibû kuştin. Şahîn Onerê qurbanî jî wek endamê rêxistinê hat nîşandan û sanki tiştê ku hatiye kirin wek rewa hat nîşandan. Mihemed û Fûrkan ku birabûn jî şevekî li mala xwe dema ku razayîbûn, panzer ketibû mala wan û hatibûn kuştin. Lê tawanbarê ku ehliyeta wî tunebû, tenê bi 19 hezar lîre pare hat ceza kirin. Yanî hêzên ewlehiyê nayên ceza kirin û bi wê wêrekîyê jî dubare heman tawanan dikin.”

Partiyên siyasî û saziyên mafên mirovan radigihînin ku 20 ji wan zarok 42 kesên canê xwe jidest dane û 90 kesên ku birîndar bûne wek daneyên ku ew gihiştinê ne û dibe ku hêjmar zêdetirbin jî. Bang û daxwaz hat kirin ku li bajaran, divê ewlehiya mfên welatiyan wek xesasiyete serekî bê diyar kirin û bersûc jî li gor tawanên xwe bên ceza kirin.