Karkerekî Rojavayê Kurdistanê di rûbara Zirara de xeniqî

Rûbara Zirara
Rûbara Zirara

Navenda Nûçeyan (K24) – Termê kesekî bi navê Yûsif Ehmed Murad di rûbara Zirara yê li qezaya Mêrgesorê hate dîtin.

Berpirsê Ragihandinê ya Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Soranê Beyar Mihyedîn ji K24ê re ragihand, şeva borî ew hatin agahdarkirin ku eger e kesekî bi navê Yûsif Ehmed Murad di rûbara Zirar de xeniqî be.

Diyar kir jî, tîmên wan bi erkê lêgerînê rabûn û karîn termê Yûsif Ehmed Murad ji avê derbixin. Piştre jî wan term ji bo Bijîşka Dadê ya Soranê şandin.

Da zanîn jî, Yûsif Ehmed Murad kurdekî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û jidayikbûyê sala 1999an e û li zeviyeke xwedîkirina mirîşkan li nêzîkî rûbara Zirara kar dikir.

Li gor gotinên hevalekî wî, Yûsif Ehmed Murad şeva borî çûbû nêçîriya masiyan bike û di avê de xeniqî.

Li gor Berpirsê Ragihandinê ya Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Soranê, tenê îsal 14 welatî di rûbarên wê deverê de xeniqîne.