Civîna Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka dest pê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel rayedarên welatan hevdîtinan pêk tîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin li bajarê Menameyê civiyan.

Di civînê de, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka amaje bi rol û pêgeha bi bandor a Serok Mesûd Barzanî li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û dubare kir ku Herêma Kurdistanê hevbeş û hevpeymanoyeke girîng a Amerîka li herêmê ye û tekez kir jî, Amerîka di piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û bi taybet li hêza Pêşmerge di rûbirûbûna DAIŞê de kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, spasiya piştevaniya berdewam a Amerîka kir û tekezî li girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û hebûna hevahengiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir.

Diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê û girîngiya bicihkirina rêkeftina asayîşakirina rewşa Şingalê, mijarên din ên civînê bûn.