Xavi bi Barcelona re yekem serkeftina xwe bi dest dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Barcelonayê bi goleke bê beramber, serkeftineke dijwar û giranbiha li hemberî cîrana xwe Espanyol bi dest xist.

Di gera 14emîn a La Ligayê de, Barcelona şeva borî mêvandariya Espanyol kir û bi encama (1 - 0) bi serket.

Gola tekane ya Barcelonayê di xuleka (48) de bi riya Memphis Depay hat tomarkirin.

Ev lîstika yekem a Barcelona di bin serperiştiya rahênêrê nû Xavi Hernandez de bû ku li şûna Ronald Koemanê ji ber encamên xirap hatibû dûrxistin, girt.
Bi vê serkeftinê, Barcelona bi (20) puanan hilkişiya rêza 6emîn a rêzbendiya La ligayê de, li hemberê jî Espanyolê bi (17) puanan di rêza 11emîn de ma.