Wezîra Derve ya Siwêdê serdana Herêma Kurdistanê dike

Wezîra Derve ya Siwêdê dê bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Linde li Bexdayê ye û biryar e serdana Herêma Kurdistanê bike.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş ligel hevtaya ya xwe Siwîdî de ragihand, wan bi Wezîra Derve ya Siwêdê re hejmarek ji rêkeftinên hevtêgihîştinê îmze kirin û behsa rewşa koçberên Iraqî li Siwêd û Ewropa bi giştî kirine.

Fuad Husên destnîşan kir jî, Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Linde serdana Herêma Kurdistanê dike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.