Serok Barzanî pêşwazî li Jeanine Plasschaert kir

"Encamên destpêkê yên ji aliyê Komîsyonê ve hatin ragihandin, rastiya siyasî ya Iraqê û daxwaza û îradeya welatiyan e."
Serok Barzanî pêşwazî li Jeanine Plasschaert kir
Serok Barzanî pêşwazî li Jeanine Plasschaert kir

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 27ê Mijdara 2021ê li Selahedîn pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên siyasî yên Iraq û hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên Cotmeha borî gotûbêj kirin.

Di civînê de li ser encamên hilbijartinan, Serok Barzanî tevî spasiya ji bo hewldanên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê û civaka navdewletî ji bo piştevaniya hilbijartinan, tekezî li ser wê yekê kiriye ku hilbijartinên Cotmeha borî ya Iraqê hibijartineke serkeftî û pak bû.

Serok Barzanî destnîşan kir ku encamên destpêkê yên ji aliyê Komîsyonê ve hatin ragihandin, rastiya siyasî ya Iraqê û daxwaza û îradeya welatiyan e. Herwiha bal kişand ser wê yekê ku dibe hewlek hebe ji bo destkarîkirina wan encaman ku ji aliyê Komîsyonê ve hatine ragihandin û bêguman her cûre destkarî dê pirsgirêk derxe holê û kêşeyan kûrtir bike.

Serok Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê kir